Li ser parastina zarokan atolye

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mijara pêşxistina rewşa zarokên herêmê û xurtkirina hevkariyê bi hemaû aliyên berpirs re, atolyeyek li dar xist.

Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
Li ser parastina zarokan atolye
15 mijdar, 2024   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêxistina Têkoşîn ji bo Mirovahiyê duh atolyeyek bi dirûşma "Xurtkirina hevkariya xwecih û navneteweyî ji bo parastina zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistibû.

Di atolyeyê de nûnerên rêxistin û saziyên Rêveberiya Xweser û aliyên bi karûbarên zarokan re têkildar, beşdar bûn.

Di atolyeyê de 2 mijarên sereke; pêdiviyên zarokan, xalên lawaziyê, zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin, parsekî, şer, zewicandina zarokan û bê xwendinî hatin nîqaşkirin.

Desteya Jinan ji lidarxistina atolyeyê xurtkirina hevkariyê di navbera aliyên têkildarî de û dabînkirina siberojeke baştir armanc dike.

Di altolyeyê de banga xurtkirin, pêşxistina hişmendiya civakê, lidarxistina çalakiyên parastina zarokan di rewşên awarte de, kirin.

Atolye bi vê encamnameyê bi dawî bû:

Rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çareserkirina krîzê bi rêbazên siyasî.

Çaksazkirin û ji nû ve avakirina binesaziyê.

Destekdayîna nivîsgehên parastina zarokan ji aliyê rêxistinan ve.

Danîna bername û mekanîzmeya parastina zarokan di rewşên awarte de.

Xurtkirina hevkariyê di navbera Rêveberiya Xweser û rêxistinên sivîl de.

Lidarxistina hemleyên hişyarkirinê der barê tenduristiya zarokan de.

Avakirina navendên tenduristiyê yên taybet a zarokan.

Pêşxistin û xurtkirina rola malbatan di parastina zarokan de.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Jinan a kantona Cizîrê 10'ê Îlona borî ragihandibû ku ew ê di çarçoveya çareserkirina astengiyên li pêşiya xebatên parastina zarokan de derdikevin, atolyeyan li bajarê Qamişlo li dar bixe.

(mh/şx)