Zêdebûna buhayan û kêmbûna mûçeyan barê şêniyan giran kiriye

Li bajarê Çilaxa barê debara jiyanê li ser xelkê giran bûye. Ji ber zêdebûna nirxê dolarê buhayê kel û pelan jî zêde bûye, her wiha mûçeyên kêm û zêdebûna buhayê sotemenî û elektrîkê ev bar girantir kiriye.

18 hezîran, 2026   04:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Malbatên li herêma Cizîrê ji ber zêdebûna lêçûnên jiyanê û guherînên aborî yên berdewam ku rasterast bandor li buhayên xwarin û kel û pelên bingehîn kiriye, zehmetiyan dikişînin.

Bi zêdebûna nirxa dolar li hember lîreya Sûriyeyê, li bazarê her ku diçe bihayên xwarin, kelûpelên jiyanê û pêdiviyên çandinî û tenduristiyê biha dibin.

Bazirgan dibêjin ku bilindbûna dolar rasterast bandorê li lêçûnên hawirdekirin, veguhastin û depokirinê dike, ev jî dibe sedema zêdebûna buhayên kel û pelan.

HÊZA KIRÎNÊ LAWAZ E

Beramber vê rewşê li gorî zêdebûna buhayan mûçeyên karmendan nehatin zêdekirin. Di encamê de hêza karmend û karkeran a kirînê pir lawaz bûye. Gelek malbat êdî nikarin wekî berê pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin, vê rewşê bandor li bazarê jî kiriye ku ji ber kêmbûna kirînê tevgera bazaran jî kêm bûye.

MALBAT DI BIN ZEXTA JIYANÊ DE NE

Mehmûd Ebdî Mehmûd, ajokarek li ser rêya Çilaxa û Qamişloyê, got dahata wî ya rojane bi zehmetî têra pêdiviyên bingehîn ên malbata wî dike. Mehmûd destnîşan kir ku buhayên xwarinê yên zêde ku bi dolar ve girêdayî ne, peydakirina pêdiviyên jiyanê dijwartir dike.

Mehmûd wiha dewam kir: "Em niha tenê li ser ka em çawa pêdiviyên xwe yên rojane û pêdiviyên bingehîn ên malbatên xwe peyda bikin difikirin, li şûna ku em li ser pêşxistina karsaziyên xwe û baştirkirina şert û mercên jiyana xwe bifikirin.”

Mehmûd diyar kir ku baştirkirina şert û mercên jiyanê hewce dike ku mûçe zêde bibin da ku bi zêdebûna domdar a lêçûnên jiyanê re hevseng be.

Hisên Esaf ê rêveberê Komîteya Sendîkaya Ajokarên Çilaxayê got mûçeya mehane êdî têrê nake ku pêdiviyên bingehîn ên malbatê pêk bînin, ji ber zêdebûna buhayan û lêçûnan.

Esaf destnîşan kir ku çareserkirina van pirsgirêkan hewce dike ku polîtîkayên aborî yên baştir werin pêkanîn, mûçeyên karmendan werin zêdekirin. Her wiha xwest çavdêriya li ser bazarê were xurtkirin û buhayên kel û pelan werin kontrolkirin.

(k)

ANHA