Cilên zivistanî li zarokan hatin belavkirin

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zorokan çaket li hezar û 900 zarokî belav kirin. Belavkirin dewam dike.

Cilên zivistanî li zarokan hatin belavkirin
Cilên zivistanî li zarokan hatin belavkirin
Cilên zivistanî li zarokan hatin belavkirin
3 kanûn 2023   18:49
QAMIŞLO

Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan bi boneya 20′ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, bi dirûşma "Bi hev re em zarokatiyê biparêzin" pêngaveke çalakiyan dabû destpêkirin. 

Di çarçoveya pêngavê de, komeleyê bi hevkariya welatiya bi navê Şêraz Ebdullah dest bi belavkirina çakêtan li zarokên li herêma Cizîrê kir.

Li gorî komîteyê belavkirinê, heta niha li Dêrik, Girêkê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Tenûriye, Qamişlo û Hesekê hezar û 900 çaket li zarokan hatine belavkirin û belavkirin dewam dike.

Komeleya Stêrk 6′ê Tebaxa 2023′yan bi dirûşma "Her zarokek stêrkek e" hat avakirin.

(bb)

ANHA