Parêzerê Silêman Ehmed: Ji bo hevdîtinê astengî tên derxistin

Ji parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed got, ji bo dîtina Silêman Ehmed zêdetirî 10 serlêdan hatine kirin, lê tên astengkirin.

Parêzerê Silêman Ehmed: Ji bo hevdîtinê astengî tên derxistin
3 kanûn, 2023   19:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

40 roj in agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê girtin. PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bike.

Ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed derbarê hewlên ji bo hevdîtina li gel Silêman Ehmed û aşkerakirina çarenûsa wî de ji Rojnews’ê re axivî.

Nerîman Ehmed destnîşan kir ku ji bo hevdîtinê zêdetirî 10 caran hewldan hatine kirin û got, hewldan tên astengkirin û heta niha nekarîne Silêman Ehmed bibînin yan dosyeya wî bixwînin.

Nerîman Ehmed anî ziman ku astengkirina hevdîtina li gel Silêman Ehmed binpêkirina yasayê ye ku diyar dike tu dadperwerî nine û got:′′ Eger ji bo tiştekî bê sûcdarkirin jî divê parêzerê wî hebe û dosyeya wê bixwîne.