Çilaxayî: Cihê xayînan di nav me de nin e

Şêniyên ji Çilaxayê tevkariya PDKˈê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê de şermezar kir û got "Yên ku tevkariya dijmin dikin xayîn in, cihê wan di nava me de nîn e."

Çilaxayî: Cihê xayînan di nav me de nin e
20 cotmeh, 2024   05:10
QAMIŞLO

Şêniyên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bertêk nîşanî PDKˈê da ku di êrişên dagirkeriyê  yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevkariyê dike.

Hisên Şêx diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê hemû hêzên Kurd ên ji bo doza Kurd dixebite, dike û got: “Dewleta Tirk tevahî enerjî, aborî û hêza xwe ya leşkerî dixe xizmeta pêkanîna vê armancê. PDK roleke mezin di pêkanîna vê armancê de li Başûrê Kurdistanê dilîze û çeteyên Tirkiyeyê jî vê rolê li Rojavayê Kurdistanê dilîzin. "

Hisên Şêx got: "Yên ku di hedefkirina zarokên me û pêşengên şoreşa me de destekê didin dijmin, xayîn û sîxûrên dewleta Tirk a dagirker in. Ferq di navbera wan û dijmin de nîn e."

Fatima Rustem berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê silav kir û diyar kir ku gerîla gel û destkeftiyên wê diparêzin û efsanên qehremaniyê di rûpelên dîrokî de dinîvisinin.

Fatima bal kişand ser PDKˈê jî û got: "Kirinên PDKˈê xiyanet û ajantiya ji dagirkeran re ye. Em ê heya dawiyê bi kêleka hêzên xwe xak û rûmeta xwe biparêzin."

Hacî Ebdo jî anî ziman ku tişta ku PDKˈê dike ajantî û xiyanet li Kurdan û Kurdistanê ye û wiha axivî "Em ê destkeftiyan bi dest bixin. Em Kurd yek in, derketina aliyekî ji xeta yekitiyê bandorê li me nake."

Hacî Ebod bi bîr xist ku dijminên Kurdistanê her tim dixwazin Kurdan li hemberî hev din sor bikin û yekitiya wan xirab bikin. Ebdo ev peyam da: "Em Kurdên welatparêz armanca me diyar e ew jî avakirina Kurdistaneke azad ji bo tevahî gelên wê ye."

(bb)

ANHA