Cihê danûstandinên Amerîka û Îranê guherî

Dihat payîn ku hevdîtin û danûstandinên Amerîka û Îranê li Tirkiyeyê pêkbihatiban. Lê li gor çapemeniya Amerîkayê, wê danûstandinên navbera  her du welatan li Umanê pêkwerin.

Cihê danûstandinên Amerîka û Îranê guherî
4 sibat, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor malpera Axios ku agahiyên wê xwe dispêrin çavkaniyek ji mijarê agahdar, Amerîka razî bûye ku cihê danûstandinan ji Tirkiyeyê bo Umanê bê guhertin. 

Li gor pispor û çapemeniya Amerîkayê, danûstandinên vê carê wek ‘Şansê dawî’ yê Îranê ye daku bikare pirsgirêkên xwe yên li gel Amerîkayê de çareser bike.

Tê pêşbînîkirin ku di danûstandinên navbera her du welatan de çend xalek giring werin giftûgokirin. Ya herî giring jî ewe ku Îran dest ji bernameya hilberandina uranyûmê berde, her wiha dest ji bernama muşekên balîstîk berde, alîkariya madî bi komên çekdar ên welatên herêmî re neke û nêzîkatiyek rast li beramberî xwepêşanderên li Îranê bike.