Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê didomin

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Quneytîrayê û bendên kontrolê danîn.

Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê didomin
4 sibat, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku hêzeke artêşa Îsraîlê ket gundê Seyda Hanût ê li başûrê Quneytîrayê.

Hate ragihandin ku beşeke vê hêzê ku ji 5 wesayîtan pêk tê, bendeke kontrolê li rojavayê gund çêkir û beşeke din çû gundê Seyda Colan û li naverasta gund bendek danî.

Li gorî agahiyan, yekîneyeke din ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket gundê Semdaniye yê rojhilat û li ser rêya di navbera gundan û bajarokê Xan Ernebeyê de bendeke kontrolê danî.

(b)