Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere

Li Hesekê, taxa El Telaî û Kampa Serêkaniyê nêzî cihê komkirina çopê ne. Ji ber bêhna çopê û dûmana jê dertê, tenduristiya şêniyan di xetereyê de ye.

Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
Cihê çopê yê li Hesekê ji bo tenduristiya şêniyan dibe xetere
20 tîrmeh, 2026   03:41
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Li bajarê Hesekê cihê komkirina çopa bajar, nêzî taxa El Telaî û Kampa Serêkaniyê ye. Bi taybet di havînê de bêhna çopê gelekî tê û wexta dişewitînin dûmanê wê tê ser taxa El Telaî û Kampa Serêkaniyê.

Şêniyan diyar kir ku carne bi rojan agirê bi çopê ketiye venamirê û her tim dûman li ser serê wan e. Ji ber çopê hem şênî hem jî jîngeh ziyanê dibîne. Şênî ditirsin ku ji ber bêhna çopê û dûmana wê nexweş bikevin.

Elî Sincar ê ji taxa El Telaî got: "Ji ber çop nêzî me ye, bandorê li tenduristiya me dike. Bi şev û roj dûmanê çopê li ser serê me ye. Jixwe di havînê de pirsgirêk mezintir dibe. Hewa germ e û her tim çopê dişewitînin. Em ji aliyên têkildar dixwazin ku cihê çopê biguherînin û nema çopê bînin vir.”

Ebdulrehman Silêman ê li Kampa Serêkaniyê dimîne jî got: "Em bi şev ji ber bêhna çopê û dûmanê nikarin xew bikin. Di havînê de rojane bêhna çopê tê û dûman li ser serê me ye. Em ji ber çopê nikarin jiyana xwe rehet derbas bikin."

Şêniyên taxa El Telaî û Kampa Serêkaniyê ji Şaredariya Gel a Hesekê xwest cihê çopê biguherîni û bibin dûrî bajar.

Me gazinc û daxwaza şêniyan gihand Şaredariya Gel a Hesekê lê şaredariyê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

(np)

ANHA