Fermandar Talîn Serkîs: Şoreşa 19’ê Tîrmehê rêya avakirina hêzeke Ermenan vekir

Ji fermandarên Hêza Jinan a Ermen Talîn Serkîs diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo birêxistinkirina pêkhateya Ermen li herêmê bû qonaxeke guhertinê û rê li ber damezirandina yekemîn tabûra leşkerî ya Ermenan vekir û li kêleka wê rola jinên Ermen a di nava xebatên leşkerî û rêxistinî de derxist pêş.

Fermandar Talîn Serkîs: Şoreşa 19’ê Tîrmehê rêya avakirina hêzeke Ermenan vekir
20 tîrmeh, 2026   05:54
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Tevlêbûna keç û xortên pêkhateya Ermen ji bo hêzên leşkerî di navbera salên 2019-2024`an de bû xaleke sereke di rêwîtiya birêxistinbûna Ermenan a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Her wiha girîngiya avakirina tabûreke leşkerî ya taybet bi jinên pêkhateya Ermen, nîqaş hatin kirin. 

Bi boneya salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, ji fermandarên Hêza Jinan a Ermen Talîn Serkîs ji ANHA’yê re axivî.

Talîn Serkîs di destpêka axaftina xwe de got: “Fikra avakirina hêzeke leşkerî a taybet di encamê kiryar û komkujiyên li ser Ermenan de derkete holê, yek ji wan komkujiyan jî ya sala 1915`an e. Wê komkujiyê bandoreke neyînî ya kûr li ser civaka Ermen hişt, ji ber kiryarên çewisandinê, vê hişt ku asta zimanê ermenî kêm bibe û ew dûrî kevneşopa xwe bikeve.”

Talîn Serkîs got: “Pêwîstiya avakirina qadeke ku ciwan û jinên ciwan ên Eremenî bi hev re bicivîne tê dîtin, ev qad bihêle ku Ermen dîrok û çanda xwe nas bikin, bi xebatên xwe re jî ziman û nasnameya xwe biparêzin.”

TABÛRA ŞEHÎD NÛBAR OZEBYAN; DESTPÊKA BIRÊXISTINBÛNÊ

Di sala 2019`an de li bajarê Til Temir yekemîn tabûra leşkerî ya taybet bi pêkhateya Ermen bi navê Nûbar Ozebyan hat avakirin, di tabûrê de xort û keçên ji bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih girt.

Rola tabûrê bi tenê di milê leşkerî de nehate sînordarkirin, ew bû cihek ji bo naskirina dîroka Ermenan, komkujiyên ku li dijî wan çêbûne, xebatên ji bo ziman, kevneşopa Ermenan jî. Di nava tabûrê de rihê birêxistinbûnê ya di navbera Ermenan de bi pêş xist.

Talîn Serkîs diyar kir ku avakirina tabûrê hişt ku gelek kesên tevlî wê bûne careke din bi nasnameya xwe ve bên girêdan. Jinên pêkhateya Ermen jî yên ku bi dehên salan rastî hewldanên tunekirina çandê hatine jî, birêxistinbûna xwe ava bikin.

AMADEBÛNA DI ENIYÊN ŞER DE

Ji damezirandinê de tabûra Şehîd Nûbar Ozebyan li kêlek Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hember êrişên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê, Til Temir û Bendava Tişrînê, herî dawî jî li hember êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî li ser herêmê jî beşdarî eniyên parastinê bû.

Talînê destnîşan kir ku hejmarek ji şervanên Ermen di van eniyan de şehîd bûn, ew weke pêkhate Ermen li kêlek hêzên leşkerî yên cuda ji eniyên şer ên ji Til Temir heta bajarê Hesekê parastin kir.

AVAKIRINA HÊZA JINAN A ERMEN

Bi berfirehbûna beşdariya jinên Ermen re pêdivî pê hate dîtin ku sîstemeke taybet bi wan bê damezirandin, di dawiya sala 2024`an de li kêleka Tabûra Şehîd Nûbar Ozebyan, li bajarê Şedadê Tabûra Şehîd Mîdya ya girêdayî Hêza Jinan a Ermen hat avakirin.

Jinên ku tev li tabûrê bûn, bi armanca beşdariya wan a di hemû qadan de û pêşxistina rola wan di nava civakê de, ketin perwerdeyên leşkerî, çandî, civakî û yên sivîl.

Tevlêbûna jinên Ermen di xebatên leşkerî de rastî astengiyên civakî hat, rexneyên girêdayî kevneşopa paşverû li hember şervanên jin derketin. Lê hebûna wan di meydana şer de hişt ku ev nêrîn biguhere, rola jinan wekî hevkariyeke esasî di parastina civakê de derkete pêş.

Talîn Serkîs da zanîn ku berpirsyariya Hêza Jinan a Ermen tenê di rakirina çekê de sînordar nema, wan jin bi rê xistin jî kirin. Her wiha xwe gihandin jinên ku rastî zilm û tundiyê tên û “Hêza Jinan a Ermen xebatên azadkirina jinan ji zîhniyeta baviksalar a ku hîn jî bandorê li jiyanan gelek jinan dike, pêşkêş dike”.

Talînê got: “Tevî ku jina Ermen di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek kiryaran hatiye jî, ew hîn jî bi parastina mafê gelê xwe ve girêdayî ye û ew ê dest bi vê rola parastinê bernede.”

BANGA JI BO JINÊN ERMEN

Di dawiya axaftina xwe de fermandar Talîn Serkîs destnîşan kir ku bêyî ku helwestên li dijî beşdariya jinan di xebatên leşkerî de li ber çavan bigirin, Hêza Jinan a Ermen wê xebatên xwe yên parastinê li kêleka hêzên leşkerî bidomînin.

Her wiha Talîn Serkîs daxwaz ji jinên Ermen kir ku tev li nava refên Hêza Jinan a Ermen bibin, bi vê yekê parastina pêkhateya Ermen, ziman û çanda ermenî bikin.

(sb)

ANHA