Cibraîl Mistefa: Nenavendîbûn bingeha yekitiya Sûriyeyê ye

Çalakvan û parêzvanê mafên mirovan Cibraîl Mistefa da zanîn ku nenavendîbûn vebijêrka herî baş e ji bo avakirina Sûriyeya nû û diyar kir ku dive ezmûna rejîmên navendî û otorîter dubare nebe.

Cibraîl Mistefa: Nenavendîbûn bingeha yekitiya Sûriyeyê ye
7 cotmeh, 2025   05:10
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Daxwazên derdorên civakî û siyasî li Sûriyeyê ji bo pejirandina pergaleke demokratîk û nenavendî zêde dibin.

Çalakvan, parêzvanê mafên mirovan û endamê Komîteya Koordînasyonê ya Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Cibraîl Mistefa der barê mijarê de ji ajansa me re got: "Nenavendîbûn tê wateya cihêrengiya siyasî, qanûnî, civakî û çandî û her wiha tê wateya azadiya hilbijartinê û azadiya derbirînê.”

Cibraîl Mistefa wiha dewam kir: "Dema ku mirov di îradeya xwe de azad be, wê demê mirov bi yekitiya neteweyî ve tê girêdan." Ezmûnên dîrokî îspat kiriye ku pergalên nenavendî, çi federal bin çi konfederal bin, hevgirtina welatan bêtir bihêz dikin. "

Mistefa diyar kir ku divê Sûryeyî zîhniyetek nû qebûl bikin ku bi awayekî bingehîn ji zîhniyeta rejîmên Baasê cuda be. Ji ber ku rejîma Baasê dewlet û civak bi yek partî û yek rêberî ve sînordar kiribû.

Mistefa wiha pê de çû: "Ezmûna zêdetirî 50 salan a desthilatdariya Partiya Baas li Sûriyeyê, têkçûna navendîbûnê isbat kir, ne tenê di mijara rêveberiyê de, her wiha di asta civak, erdnîgarî û gelê Sûriyeyê de jî. Ji ber vê yekê, piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêdivî heye ku pergalek nû li ser bingeha mantiq û realîzmê were avakirin, li gorî taybetmendiyên dîrokî, erdnîgarî, siyasî û civakî yên Sûriyeyê.”

‘NENAVENDÎBÛN GARANTIYA YEKITIYÊ YE’

Mistafa diyar kir ku nenavendîbûn, çi federal, konfederal, an jî her formuleke din a siyasî be, yek ji faktorên herî girîng e ji bo xurtkirina yekitîya neteweyî û parastina yekitîya Sûriyeyê.

Mistefa ev li gotnên xwe zêde kir: "Hikumeta veguhêz a li Şamê divê ji bo çêkirina modelek demokratîk a nenavendî bixebite ku yekitiya erdnîgarî û siyasî ya Sûriyeyê û mafên hemû pêkhate, kom û olan biparêze".

‘DESTWERDANA TIRKIYEYÊ KRÎZA SÛRIYEYÊ KÛRTIR DIKE’

Mistafa li ser destwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî axivî û got, "Destwerdana Enqerê li Sûriyeyê alozî hîn zêde û kûrtir kiriye. Her wiha da zanîn ku Tirkiyeyê li Lîbya, Azerbaycan û Nîjeryayê Sûriyeyî wekî çee bikar aniye û hewl daye têkiliya di navbera Sûriyeyiyan û gelên din de xerab bike.

Mistefa da zanîn Tirkiye, piştî ku nikarîbû projeya xwe ya bi navê "herêma ewle" ya li ser sînor pêk bîne, hîn jî dixebite ku yekitîya neteweyî ya rastîn di navbera Sûriyeyîyan de têk bibe.

TIRKIYE Û PIŞTGIRIYA TERORÎZMÊ LI HERÊMÊ

Mistefa destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze şerekî navxweyî di navbera Ereb û Kurdan gur bike, û ew piştgirê herî mezin ê DAIŞ`ê û rêxistinên din ên terorîst li Rojhilata Navîn e. Mistefa got isbat bûye ku Tirkiyê çek û çbilxane daya van koman û derbasbûna derbasbûna terorîstan ji sînorên xwe ber bi Sûrîye û Iraqê ve hêsan kiriye, her wiha ji wan re piştgirîya lojîstîkî û îstîxbaratî payda kiriye.

BANGEKE JI BO LIHEVHATINA NETEWEYÎ YA BERFIREH

Di dawiya axaftina xwe de Cibraîl Mistefa bal kişand ser rola saziyên navneteweyî di çareserkirina krîza Sûrîyeyê de û got ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ji bo pêkanîna aştî û edaletê hatine avakirin, lê hin ji wan bûne amûr di destên hêzên mezin de.

Mistefa bang li hikûmeta veguhêz a Sûryeyê kir ku ji bo lihevhatina neteweyî ya berfireh bixebite û hemû alî, çi li hundur û çi jî li derveyî welêt, vexwîne diyalogek neteweyî. Mistefa got ev diyaloga berfireh dê bibe rêya xurtkirina yekitiya neteweyî û pêkanîna aramî û aştiyê li Sûrîyeyê ye.

(k)

ANHA