Panelek li ser koçberiyê û vegera ewle hat lidarxistin

Li Tebqayê panelek li ser girîngiya bidawîkirina dagirkiriyê û mîsogerkirina vegera ewle ya koçberan li warê xwe hat lidarxistin.

6 cotmeh, 2025   21:45
TEBQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Efrîn û Şehbayê panelek bi navê "Koçberiya bi darê zorê û şerê taybet li dijî koçberên Efrîn û Şehbayê" li Wargeha Selam a bajarê Tebqayê li dar xistin. Di panelê de endamên partiyê, endamên meclisê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê û malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.

Di panelê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Beyrem balkişand ser koçberkirina şêniyên Efrînê û got, koçberkirina şêniyên Efrîn û Şehbayê ne tesadufek bû, lê belê beşek ji siyasetên valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û têkbirina mozaîka civakî bû.

Beyrem diyar kir ku piştî hatina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser desthilatdariya Şamê metirsiyên koçberiyê nehatin bidawîkirin û sedema vê yekê jî spart tunebûna garantiyên rastîn û hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker e.

Piştre beşdaran li ser mijarê axivîn û got, doza koçberên Efrîn û Şehbayê dozeke mirovî ye û divê civata navneteweyî ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina koçberan  destwerdanê bike û ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê destekê bide.

(mh/bb)

ANHA