Berdevka YRJ’ê: Em ê xwe li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin veguherînin

Bi boneya salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz û Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd got “Em ê li gorî mîrateya ku Gurbetellî Ersoz ji me re hiştiye, xebatên xwe bidomînin. Xwe, jinan û civakê li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, veguherînin.”

Berdevka YRJ’ê: Em ê xwe li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin veguherînin
Berdevka YRJ’ê: Em ê xwe li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin veguherînin
Berdevka YRJ’ê: Em ê xwe li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin veguherînin
Berdevka YRJ’ê: Em ê xwe li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin veguherînin
7 cotmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Gurbetellî Ersoz di sala 1965’an de li gundê Zîver ê navçeya Palo ya bajarê Xarpetê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Zîver dixwîne. Piştî malbata wê koçî Edeneyê dibe, dibistana navîn û amedeyî li wir dixwîne. Piştî ku beşa kîmyayê ya Zanîngeha Edeneyê diqedîne, di kovara 'Hedef' de kar dike.

Dema ku xebatên rojnamegeriyê dimeşîne, di 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin. 15 rojan di bin îşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê tê girtin. Piştî tê berdan careke din karê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Ulke ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebata weşangeriyê dike.

‘EV AGIR DÊ WE JÎ BIŞEWITÎNE’

Di salên 1990’î de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê îşkence li Kurdan dikirin, dikuştin û gundên wan dişewitandin. Rojnameya Ozgur Ulke jî dibû dengê gel û hovîtiya dewletê derdixist holê. Di şeva 2’yê Kanûna 1994’an de, bi hevkariya dewletê êrişî buroyên rojnameyê yên Enqere û Stenbolê hat kirin. Di encamê de rojnameger Ersîn Yildiz şehîd bû û 23 rojnameger jî birîndar bûn. Wê demê Gurbetellî Ersoz rêvebera weşangeriya rojnameyê bû. Roja din rojname bi sernavê “Ev agir dê we jî bişewitîne” weşana xwe domand.  

Gurbetellî Ersoz ji ber zextên zêde, biryara xwe da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û di sala 1995’an de bi navê Zeyneb Agir tev li tevgera jinên Kurd dibe. Di 8’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

Rojnivîsa ku di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre wek pirtûka “Rojnivîsa Gurbetê: Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çapkirin.

Di 7'ê Cotmeha 2013'an de heval û şopdarên Gurbetellî Ersoz, di salvegera şehadeta wê de Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) ava kir û ev roj wek Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd ragihand.

Li ser mîrateya ku Gurbetellî Ersoz ji rojnamegerên jin re hiştiye û berpirsyariyên dikevin ser milê rojnamegerên jin, berdevka Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) Arîn Siwêd ji me re axivî.

‘NÎŞANÎ ME DA KU EM ÇAWA ÇAPEMENIYÊ BIKIN AMÛRA BERXWEDANÊ’

Gurbetellî Ersoz ne tenê mîrateya rojnamegeriya jinê ji me re hiştiye. Nîşanî me daye ku jin dikarin çawa di nava şoreşê de ragihandinê bikin amûra berxwedana li hemberî pergala desthilatdar. Heta roja îro jî ev mîrate li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didome. Bi rojnamegerekî û duyan dest pê kir, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 200’î zêdetir rojanamegerên jin hene. Beşdarbûna her jinekê di nava ragihandinê de, ji bo me wek destkeftiyek e û mezinkirina mîrateyê ye. 

Dema em lê dinêrin her tim pergalê êrişî ruh, dil û mejiyê jinan kiriye, her tim bêbawer hiştiye. Îro em weke ragihandina jinan berpirsyarî li ser milê xwe girt ku em bikarin rê ji rojnamegerên jin re vekin, hem jî bikarin bibin piştgira jinan, di qada şoreşê de careke din hêza jinan derxin holê. Ev erkekî sereke li ser milê YRJ’ê ye. YRJ’ê li berpirsyariya xwe dît ku pergala jinan a li qada şoreşê ava kiriye û projeya neteweya demokratîk ji cîhanê re ragihîne.

‘DIVÊ HER ROJNAMEVANEK XWE BERPIRSYAR BIBÎNE’

Dema wek rojnamevaneke jin em li ser aştiyê binivîsîn, zehmettir e. Seknek wêrek jê re divê. Bi asoyên mezintir mêzekirin divê. Pêwîst e her rojnamevanek jin xwe berpirsyar bibîne. Ji roja bangê heta niha hewla me ew bû ku em name û peyamên ji Îmraliyê derdikevin esas bigirin, careke din li dîrokê mêze û rewşa jin mêze bikin. Li nirxandinên Rêber Apo yên li ser van mijaran mêze bikin. Em bikarin xwe biguherin, vê guhertinê di nava civakê û jinan de jî çêbikin. 

Li ser vî esasî ez di dawî de dibêjim, em ê li ser soza xwe ne ku me daye heval Gurbetellî Ersoz, Şevîn Bîngol, Nûjiyan, Cîhan û tevayî hevalên xwe yên şehîd bin. Em ê her tim kar û xebatê wan xwestî ku jin tê de pêşeng be, bidomînin.

Di 30’ê Hezîrana 2020’an de rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di konferansa xwe ya sêyemîn de Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ragihandibû.

(fr)

ANHA