Cezayê girtinê dan rojnamevanên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn

 Li rojnameger Elahe Mohammadî û Nilûfar Hamedî yên ku qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ragihandibûn û ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin, cezayê girtinê hate birîn.

Cezayê girtinê dan rojnamevanên qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn
22 cotmeh, 2023   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Îranê biryara xwe ya derheqê rojnameger Elahe Mohammadî û Nilûfar Hamedî ku di 16’ê îlona 2022’yan de qetilkirina Jîna Emînî bi raya giştî re parve kiribûn de da. Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê ragihand ku her du rojnameger ji 3 “sûcan” sûcdar hatine dîtin. Li gorî biryarê; li Mohammadî ji ber îdiaya “hevkariya bi dewleta dijmin Amerîkayê re” 6 sal, ji ber îdiaya “li dijî ewlekariya welêt, ji bo sûcan komplo çêkiriye” 5 sal û ji ber îdiaya “li dijî Komara Îslamê xebatên propagandayê kiriye” jî salek cezayê hapsê hate birîn. 

Li Hamedî jî bi îdiaya “Hevkariya bi dewleta dijmin Amerîkayê re” 7 sal, ji ber îdiaya “li dijî ewlehiya welêt sûc kiriye û peymanên veşarî îmze kiriye” 5 sal, ji ber îdiaya “li dijî Komara Îslamê propaganda kiriye” salek cezayê hefsê hate birîn. Di heman demê de ceza li her du rojnamegeran hate birîn ku heta 2 salan nekarin bibin endamên tu partiyên siyasî, kom, rêxistin û komeleyan.

 Hat destnîşankirin ku her du rojnameger dikarin di nava 20 rojan de li dijî biryarê îtîraz bikin.