Êrişa çeteyên DAIŞ`ê: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li rojhilatê Tedmurê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Êrişa çeteyên DAIŞ`ê: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
22 cotmeh, 2023   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şevê din şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li êrişî hêzên hikumeta Şamê kir. Di êrişê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin, yek ji wan efser 3 leşker birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê, êriş li herêma Wadî Ehmer a rojhilatê bajarê Tedmurê li dijî erebeyeke leşkerî pêk hatiye.

Hat ragihandin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

Çeteyên DAIŞ`ê di demên dawîn de li herêmên serweriya hikumeta Şamê bi taybet li çolistana Sûriyeyê êrişên xwe zêdetir kirine.

(c)