Çewisandina jinên Sûriyeyî, dan û standinên Ukraynayê û trajediya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Di rojnameyên erebî yên îro de behsa zêdebûna binpêkirinên li dijî jinan li Sûriyeyê, berdewamkirina şerê Rûsya-Ukraynayê li gel hesabên hêzên mezin û acizbûna dan û standinan û trajediya Xezayê binkeftina civata navneteweyî di parastina sivîlan û rawestandina xwînrijandinê de kir.

Çewisandina jinên Sûriyeyî, dan û standinên Ukraynayê û trajediya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
24 tîrmeh, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa rewşa jinên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma berê, gera nû ya dan û standinên Ukrayna-Rûsyayê û trajediya şêniyên Xezayê kir.

‘TEROR Û TOHMETÊN NÛ LI DIJÎ JINÊN SÛRIYEYÊ: XAPANDINA EWLEKARIYA GIŞTÎ YE’

Rojnameya El Mudun a Lubnanê bal kişand ser dîmena mirovî ya jinên sûriyeyî û behsa zêdebûna binpêkirinên li dijî jinan û vegera çewisandinê di bin navên nû de kir. Rojnameyê diyar kir ku çewisandina li dijî jinan bi zîhniyeteke nû vegeriye. Jin li gorî exlaq, xuyang û tevgerên giştî tên hedefgirtin, weke li Qehwexaneya Bab Şerqî ya Şamê bûye. Ew yek welat vedigerîne çargoşeya binpêkirinên bi navê ol an jî desthilatê.

Rojnameyê bûyera li taxa Bab Şerqî ya Şamê vegot û destnîşan kir ku dengê muzîkê ji Qehwexaneya Ebû El Zulf bilind dibû û tevahî bi dema nû (dema hêvî û rizgariyê) ya ku li bendê bûn, pîroz dikir. Lê ji nişka ve, bi ketina du ciwanên 17 salî yên xwedî rihên dirêj, çek û rext li nava qehwexaneyê, ew der serobinî hev bû.

Yekî got dengê muzîkê qut bikin, ma hûn nizanin muzîk heram e? Li wê derê matmayînekê rû da, dengê muzîkê bi lez hat kêmkirin.

Li gorî raporên rojnameyê dane, hat diyarkirin ku ji ber gef û binpêkirinên komên çekdar jinên ji Siwêdayê revîn Beyrûtê. Li aliyekî din jî rojnameyê dîmenên din ên binpêkirinên bi heman rengî li dijî jinan li Idlibê belge kirin. Rojnameyê destnîşan kir ku zehmetiyên jinên sûriyeyî di navbera tundî, penaberî û hewlên destpêkirina jiyaneke nû li gorî şert û mercên debarê yên zehmet de dewam dikin.

‘DAN Û STANDINÊN RÛSYA-UKRAYNAYÊ LI TIRKIYEYÊ: LIHEVKIRIN DÛRÎ REWŞA MEYDANÎ YE’

Der barê dosyaya şerê Rûsya-Ukraynayê de rojnameya El Ereb a Londonê li ser gera nû ya dan û standinên aştiyê di navbera Moskov û Kîevê li Stenbolê de nivîsand. Rojnameyê diyar kir ku ji ber nakokiyên kûr ên her du aliyan û zêdebûna êrişên her du aliyan hîna lihevkirinên dûr e.

Ruxmî pêşwazîkirina navneteweyî, lê der barê dan û standinan de ji ber nebûna bawerî û vîneke siyasî ya rast gumanên mezin hene. Li kêleka wê jî rola hêzên mezin bi taybet Amerîka û Tirkiyeyê dijberî hev in. Rojnameyê destnîşan kir ku zexta Amerîkayê bi taybet a Trump, di ferzkirina pêkanîna vê gerê de rolek lîst, bêyî amadekirina zemîneke guncaw ji bo serxistina wê.

XELÎC: XELKÊ XEZAYÊ ÇI DIXWE?

Rojnameya El Xelîc jî îşaret bi karesata mirovî ya berdewam a li Xezayê kir û pirsî gelo malbatên li Xezayê li gel hilweşîna hêmanên sereke yên jiyanê çi dixwin. Rojnameyê bi bîr xist ku sivîl bûne "sotemeniya" şeran û ev li eniya mirovahiyê şermek e. Hemû alî, ji Îsraîlê bigire heta bi Hemas û hêzên herêmî û navneteweyî berpirs in.

Girêdayî mijarê rojnameyê Hemas bi îstîsmarkirina dosyaya malbatan wek kaxizeke siyasî tawanbar kir û diyar kir ku Netanyahu di çarçoveya projeya xwe ya berfirehkirinê de hêdî hêdî Xezayê tev li Îsraîlê dike, sivîl û malbatên wan paşguh dike.

(fr)