Geşedanên dawîn li Siweydayê û senaryoyên muhtemel
Mudirê Navenda Serhildanê ya Siweydayê Murhef El Şair got hikumeta Şamê hewl dide saziyên xwe yên ewlehiyê û leşkerî vegerîne parêzgehê û sewqiyatan li herêmê bi cih dike.
Li Siweydayê rewşeke aloz û bendewar heye, ji ber ku hikumeta Şamê di çend rojên dawîn de hêzên din li herêmê bi cih kirin. Hişyarî hene ku aloziya li parêzgehê gurtir bibe.
Hikumeta Şamê hewl dide xwepêşandanên li Siweydayê bi dawî bike, ji ber ku xelkê wê banga çareseriya aborî, jiyanî û siyasî dike.
HEWLDANA VEGERANDINA HÊZÊN LEŞKERÎ
Rojnamevan û mudirê Navenda Ragihandina Serhildanê ya Siweydayê Murhef El Sair têkildarî mijarê got: "Piştî girtina xwendekarê zanîngehê Danî Ubeyd asta xwepêşandanên li Siweydayê zêdetir bû. Lê belê piştî serbestberdana wî, hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên nû, wesayîtên leşkerî, tank û leşker li parêzgehê bi cih kirin û şêwirmenda rejîmê Lona El Şibil gef xwar ku hêzê li dijî xwepêşandanan bi kar bîne."
Li gorî El Sair, hêzên hikumeta Şamê desthilata xwe ya leşkerî di encama hegemoya komên xwecih de ji dest da, ji ber wê dixwaze hebûna xwe ya ewlehiyê û leşkerî li Siweydayê vegerîne û her wiha xwepêşandanan bi dawî bike.
El Sair wiha domand: "Desthilatê, zabîteya edlî ji komên girêdayî xwe ava kir. Destê van koman di revandina şêniyan de heye. Bi vê hewldanê dixwaze fitneyê li parêzgehê derxe. Lê belê şêniyên Siweydayê tevî rengîbûna wan a siyasî, lê belê van siyasetên desthilata ewlehiyê baş nas dikin û pê nayên xapandin."
Der barê armanc û daxwazên Şamê ji vê gave de El Sair got: "Ê hiştiye hikumeta Şamê bi fikar be, xwepêşandan ji 9 mehan ve bê navber berdewam in. Daxwazên guhertina siyasî û pêkanîna biryara NY`yê 2254, hene. Ji ber wê xwest bi hemû rêbazan çirûska serhildanê vemirîne. Lê belê bi ser neket. Ji bo ku daxwazên sûriyeyiyan nas bike û wan çareser bike, tu gav neavêt. Berovajî wê tengaviya aborî berdewam kir, nirx biha kir, şirîkên nîştimanî qebûl nekir û berpirsyariya xwe li hember wêraniya li welêt çêbûye, nas nekir."
‘ŞAM HEWL DIDE XWEPÊŞANDÊRAN BIKIŞÎNE NAVA TUNDIYÊ’
Têkildarî dema tevgerên hikumeta Şamê El Sair got: " Ligorî daxuyaniya Kombûna Ehrarên Cebel El Ereb (Kombûna Azadîxwazên çiyayê El Ereb) ku komeke xwecih li Siweydayê ye, xuyaye Îran fişar li saziyên ewlehiyê dike bi taybet kestên girêdayî Feyleqê El Qudus. Helwesta desthilatê li ser asta navneteweyî, şermok ji berk u heta niha pabendiyên xwe neanîne cih û nikare aloziyê çareser bike. Ji ber ku ew bingeha aloziya li Sûriyeyê ye. Di encamê de xwest hêza xwe nîşan bide û niyeta xwe ya destwerdana leşkerî di Siweydayê de aşkera bike. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, niyet heye ku bendan ava bike. Lê belê xelkê Siweydayê vê yekê red dikin. Tê gotin ku dixwaze şaneyên kuştinê ava bike ji bo ku çalakvan û kesên di xwepêşandanan de bi bandor in, bikuje anku qetil bike."
‘ÎHTÎMAL GELEK IN’
El Sair nirxandina xwe wiha domand: "Dibe ev bi awayekî neyînî bandor li xwepêşandanên li Siweydayê bike û wê bikişîne nav aloziyeke xwîndar li dijî desthilatê. Lê belê, şêniyên Siweydayê û qada Kerame, bersivdayîna vê hewldanê ye ku serhildan aştiyane û şaristanî ye. Gelek caran li hember mîna van destwerdanan li ber xwe daye. Ruxmî ku desthilat xwepêşandarê bi navê Cewad El Barokî kuşt û gelek birîndar kir, lê belê gel bi awayekî aqilane û bi zanabûn, tevgeriyan. Di lidarxistina xwepêşandanan de, nimuneyeke nîştimanî ya mirovî û azad nîşan da. Gelek caran bang li leşker û endamên saziyên ewlehiyê yên ji parêzgehê kir ku fermanên efserên xwe re netewînin."
Di dawiyê de Murhef El Sair der barê senaryoyên muhtemel ji bo Siwêdayê de got: "Dibe di çend rojên bê de senaryoyeke leşkerî ya xeternak hebe. Ji xwe serokatiya ruhanî ya taîfeya msulimanên durzî û komên xwecih ên Siweydayê, hişyarî da ku dibe ku bersivda gelê Cebel El Ereb ê ku her tim zordestan û mêtîngeran dişkîne, giran be."
(şx)
ANHA