Çeteyetekî DAIŞ’ê yê berpirsê gelek sûcan hate girtin
Di operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de çeteyekî DAIŞ’ê ku li Sûriye û Iraqê îdeolojiya tundraw belav dikir û li kampa Holê sûcên kuştinê dikirin, hate girtin.
Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi piştevaniya YPJ û QSD’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin, di roja 4’an de dewam dike.
Heta niha çeteyekî xeternak bi navê Îbrahîm Ebid Ebdullah ku di nava DAIŞ’ê de bi navê Ebû El Ezra tê naskirin û gelek çeteyên din hatine girtin.
Çete Îbrahîm Ebdullah ji malbatekê ye ku têkiliyên wê bi DAIŞ û El Qaîdeyê re xurt in. Çete Îbrahîm Ebdullah 40 salî ye, ji parzêgeha Nînova ya Iraqê ye. Birayê wî yê mezin Ehmed Ebdullah endamekî rêxistina El Qaîde bû, piştre cihê xwe di nava çeteyên DAIŞ’ê de digire, herî dawî li gundewarên Dêrazorê di operasyoneke QSD’ê de hat kuştin.
Çete Îbrahîm ku da ser şopa birayê xwe, di sala 2015’an de bû çeteyekî DAIŞ û ji bo serçeteyan bûbû cihê baweriyê.
Çete Îbrahîm di nava DAIŞ’ê de ji bo wezîfeyên herî xeternak hatibû erkdarkirin. Di nava 2 salan de perwerdeyên îdeolojîk ên tundraw û perwerdeyên leşkerî didan kesên nû tev li DAIŞ’ê dibûn.
LI SÛRIYE Û IRAQÊ MA
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê qadên mezin kontrol kirin, çete Îbrahîm Ebdullah tevî malbata xwe di navbera her du welatan de dihat û diçû. Destpêkê li herêma Beac a Iraqê bi cih bû û zêdetirî 6 mehan lê ma, piştre derbasî bajarokê Deşîşe yê li başûrê Hesekê bû.
Piştî ku şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê tengav kirin, çete Îbrahîm Ebdullah tevî çeteyên din ji herêmên şer reviya û xwe gihand bajarê Baxozê yê li rojhilatê Dêrazorê ku baregeha dawîn a DAIŞ’ê bû.
JI BAXOZ HEYA HOLÊ ÇALAKIYÊN BI GUMAN Û KUŞTIN
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2019’an de li Baxozê hatin qedandin, çete Îbrahîm Ebdullah tevî malbata xwe hat kampa Holê. Li wir nasnameya xwe veşart.
Çete Îbrahîm bi hin şaneyên DAIŞ’ê yên li hundirê kampê re êrişek pêk anî û niştecihê bi navê Ebû Îbrahîm qetil kir.
OPERASYONA EWLEHIYÊ Û GIRTINA ÇETE
Di çarçoveya operasyona ewlehiyê de ku ji 18’ê Nîsanê ve li kampa Holê dewam dike, hêzên operasyonê piştî ku nasnameya wî, tevger û çalakiyên wî li kampê tesbît kirin, çete Îbrahîm Ebdullah girt.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane, lêpirsîna bi çete Îbrahîm El Ebdullah re dewam dike.
(bb)
ANHA