Rejîma Îranê 3 welatiyên Kurd girtin

Rêxistina Mafê Mirovan a Herana ragihand ku 3 welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Rejîma Îranê 3 welatiyên Kurd girtin
21 nîsan, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Herana ragihand ku duh 3 welatiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve bêyî fermana dadger hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku duh Seîd Zergûşî (32) yê ji Awdanan a li sînorê parêzgeha Îlam bêyî fermana dadger ji aliyê hêzên ‘ewlekariyê’ yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyare ve hate birin. Gorî agahiyan, Seîd Zergûşî bi tometa ku li ser medya dijîtal rexnekiriye, hatiye binçavkirin.

Rêxistina Herana da zanîn ku her duh 2 welatiyên Kurd ên bi navê Zahîr Mehmudiyan û Mihemed Xizir ên ji gundê Şawane ya ser bi bajarokê Şîno ya parêzgeha Urmiye, bêyî fermana dadger ji aliyê hêzên ‘ewlekariyê’ yên Îranê ve hatin binçavkirin û berbi cihek nediyar ve hatin birin.