Li Hesekê panel: Qirkirin dewam in, divê ciwan li hemberî wan bisekinin

Beşdarên panela der barê qirkirina Ermeniyan de tekez kirin wê ciwan bi hevgirtina xwe û bi projeya neteweya demokratîk karbin hemî sîstemên desthildar yên ku li dijî gelan qirkirinê pêk anîne hilweşînin.

21 nîsan, 2025   15:42
HESEKÊ

Meclisa Ciwanan a MSD’ê û Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk, li bajarê Hesekê paneleke diyalogê bi navê "Qirkirinên civakî di dema borî û niha de" li dar xist.

Panel li hola MSD’ê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hate li darxistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Ciwanên Ermenî û endamên MSD'ê beşdar bûn.

Beşa yekem a panelê ji hêla hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk Losnac Kavorian ve hate birêvebirin.

Losnak Kavorian bal kişand ser Qirkirina Ermenan a di sala 1915’an û got: "Beriya sed salan gelê Ermen bi kuştin, koçberkirin û tunekirinê re rû bi rû mabû. Îro li gelek deverên cîhanê qirkirin bi awayên nû pêk tên. Li gelek herêmên dagirkirî ji bo qirkirina gelan guhertina demografîk, çandî û nasnamî pêk tînin. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî pêkhateyên herêmê bi saya projeya neteweya demokratîk bi hev re dijîn."

Losnak Kavorian bal kişand ser şer û komkujiyên ku li herêma perava Sûriyeyê jî û wiha got: "Qirkirinên li Sûriyeyê bi taybet jî ya li herêmên peravê, tu carî nayên qebûlkirin. Gelek Elewî rastî kuştin, revandin û binpêkirina hatine. Ne tenê li Perava Sûriyeyê, bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re li tevahî xaka Sûriyeyê qirkirin pêk hat. Ev qirkirin bi şêwazên cuda heya roja îro berdewam e."

Losnak Kavorian di dawiya axaftin xwe de wiha got: "Êzidî, Ermen, Asur, Ereb, Kurd û tevahî pêkhateyên gel ji bo ku careke din qirkirin çênebin, divê xwe perwerde bikin û li ser esasê neteweya demokratîk xebatê bikin. Xaka me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya şervanên QSD'ê û YPJ'ê tê parastin. Em jî wek ciwan divê erka xwe ya parastina destkeftiyan bi xurtî pêk bînin."

Hevserokê Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nasir Nasro jî diyar kir ku qirkirin ne tenê kuştina fizîkî ye û wiha domand: “Bi qirkirinê xwestin gelê Ermenî ji çandî, ziman, huner, muzîk, rewşenbîrî, olî, siyasî û hwd dûr bixin. Hemû şêwazên qirkirinê bi hev ve girêdayî ne û tevlihev in. Divê mekanîzmayên rûbirûbûna wan yekgirtî û berfireh bin.”

Nasir Nasro wiha domand: "Gel ne tenê bi çek tenê qirkirin bi hemî şêwazan dikarin însana qir bikin. Gelê Ermenî, Êzidî, Kurd, Elewî û gelek neteweyên din jî ji bo bên tunekirin, di qirkirinê re derbas bûn.”

Nasir Nasro wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Civakên ku dizanin bîra xwe biparêzin, mafên xwe biparêzin û tifaqên mirovahî ava bikin, ew dikarin li hemberî hewldanên hilweşandinê rawestin.”

Di dawiya panelê de beşdaran diyar kir ku dê ciwan bi hevgirtina xwe û bi projeya neteweya demokratîk bikarin sîstemên desthilatdariyê ku li dijî gelan qirkirinê pêk tînin, hilweşînin û bi xweperwerdekirinê û zanînê dê gelê xwe ji qirkirinê xelas bikin. Her wiha behsa qirkirinên li herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî kirin û diyar kirin ku li herêmên dagirkirî qirkirin didome.

(zş)

ANHA