Çeteyên hikumetê hewl didin Kobanê dorpêç bikin

Çeteyên hikumeta demkî hewl didin bajarê Kobanê dorpêç bikin, di van kêliyan de pevçûnên dijwar li derdora bajarê Eyn Îsayê rû didin. Şervanên QSDˊê û YPJˊê bersivê tund didin.

Çeteyên hikumetê hewl didin Kobanê dorpêç bikin
19 ÇILE, 2026   16:13
KOBANÊ

Nûçegihana me ji Kobanê daxuyand ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hewl didin bajarê Kobanê yê kantona Firatê dorpêç bikin û êriş dikin. Niha li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran û sivik pevçûnên dijwar diqewimin.

Şervanên QSD û YPJˊê bersiva van êrişan didin, da ku çeteyên ber bi Kobanê ve bi pêş nekevin û dorpêçê ferz nekin.

Çavkaniyên meydanî da zanîn ku di encama pevçûnan de ji her du aliyan de qurbanî çêbûn, li eniyên şer rewşeke awarte ya dijwar heye.

(fr)

ANHA