Çeteyên hikumetê bi dronan êrişî başûrê Çilaxa kir

Çeteyên hikumeta demkî bi dronan çerxerêya Tahûnê ya başûrê bajarê Çilaxayê bombebaran kir.

Çeteyên hikumetê bi dronan êrişî başûrê Çilaxa kir
25 ÇILE, 2026   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane, çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, bi dronan êrişî çerxerêya Tahûnê ya li başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir.

Di encama êrişê de zerarên madî çêbûn.

Çeteyên hikumeta demkî binpêkirina agirbesta 15 rojan ku duh hatî ragihandin diomîne.

Beriya çend kêliyan navenda ragihandinê ya QSD’ê der barê binpêkirinan de daxuyaniyek weşand.

(b)