Çeteyên êrişî Şêxmeqsud kirin derbeyên giran xwarin

Hat ragihandin ku komên çeteyan ên bi hemû cure çekên giran êrişî taxa Şêxmeqsud dikin, ji Hêzên Ewlekariya taxê derbeyên giran xwarin.

Çeteyên êrişî Şêxmeqsud kirin derbeyên giran xwarin
9 ÇILE, 2026   20:26
HELEB

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk jî destek dide wan, bi tang û topan êrişên xwe didomîn û hewl dan bikevin taxa Şêxmeqsud. 

Li hemberî êrişan Hêzên Ewlekariya taxê bersivên tund didan. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Êriş û pevçûn didomin.

(a)

ANHA