Mazlûm Ebdî û nûnerê Almanyayê li ser rewşa Helebê axivîn

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî re axivî û fikarên welatê xwe yên têkildarî êrişên li ser Helebê anîn ziman.

Mazlûm Ebdî û nûnerê Almanyayê li ser rewşa Helebê axivîn
9 ÇILE, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Tobias Tunkel bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re axivî. 

Tunkel, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya Xˊê diyar kir ku wî di telefona xwe de bi Mazlûm Ebdî re li ser pêşdeçûnên meydanî yên dawîn nîqaş kiriye û diyar kir ku pêwîstî bi bicihanîna peymana 10ˊê Adarê heye, ji ber ku gava bingehîn a kêmkirina rageşiyê û avakirina zemîna şert û mercên guncaw ên çareseriya siyasî ye.

Nûnerê Almanyayê Tunkel da zanîn ku bi armanca rawestandina şer, jinûve destpêkirina danûstandinan, û misogeriya parastina sivîlan, welatê wî bi tevahî aliyên eleqedar re di nava têkiliyan de ye.

(fr)