Trump: Pevguhertina girtiyan di navbera Moskov û Kîevê de temam bû

Donald Trump got pevguhertineke mezin a girtiyan di navbera Rûsya û Ukraynayê de temam bûye. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê jî anî ziman ku guman li ser îhtîmala ku dan û standinên aştiyê li Vatîkanê pêk werin hene.

Trump: Pevguhertina girtiyan di navbera Moskov û Kîevê de temam bû
23 gulan, 2025   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump nivîsek li ser "Truth Social" parve kir û got: "Pevguhertineke mezin a girtiyan di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dawî bû. Dan û standinên her du aliyan pîroz be. Gelo ev yek dê dibe sedema tiştekî girîng?"

Beriya daxuyaniya Trump, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê lihevkirina li ser agirbesta li Ukraynayê û pevguhertina girtiyan de îro civîneke çapemeniyê li dar xist.

Lavrov ragihand ku xebata li ser lihevkirina agirbestê li Ukraynayê gihsştiye qonaxekr nû û got Rûsya dê gera duyemîn a dan û standinên rasterast bi Ukraynayê re li dar bixe. Her wiha destnîşan kir ku mijara "rewabûna Zelensky" dê di dema îmzekirina peymana aştiyê de pir girîng be.

Lavrov gumanên xwe anî ziman ku Vatîkan bibe cihekî muhtemel ji bo dan û standinên aştiyê yên bi Ukraynayê re û got: "Ji bo welatên Ortodoks ne guncaw e ku li ser axa Katolîk li ser mijarên olî û siyasî nîqaş bikin."

Her wiha Lavrov Kîev bi "wêrankirina Dêra Ortodoks a Ukraynayê" jî tawanbar kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê îro ragihand ku şeva borî 112 dronên Ukraynayê yên ku êrişî Moskovê dikir, xistine xwarê.

Waliyê herêma Lipetsk (450 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Moskovê) Igor Artamonov agahî li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir û da zanîn ji ber ketina dronekê li herêmeke pîşesaziya ya li bajarê Yeletsê şewat derketiye û 8 kes birîndar bûne.

(bb)