Çeteyekî DAIŞˈê hat girtin

Di operasyona QSDˈê ya li bajarê Hesekê de çeteyekî DAIŞˈê hat girtin.

Çeteyekî DAIŞˈê hat girtin
18 cotmeh, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyekî şaneyên DAIŞˈê li bajarê Hesekê girtiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên domdar ên li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me (QSD) operasyoneke ewlehiyê li bajarê Hesekê li dar xist. Operasyon duh (Pêncşem, 17 Cotmeh) piştî komkirina agahiyan li ser kiryar û tevgera terorîstê bi navê  Hemze Ebdulqadir Salih hat kirin. Şervanên operasyonê, bi ser cihê terorîst xwe lê vedişart de girt û wî girt.

Terorîstê hat girtin di karê "zikatê" de çalak bû. Bi gefa kuştinê pere ji xelkê kom dikirin û ji malbatên rêxistinê yên li kampan û yên li derve re dişand. Hêzên me li gel terorîst Hemze çek, alavên teknîk wekî telefon û laptop û belgeyên kesayetî desteser kirin.

Ji bo parastina ewlehiya gelê herêmê û milkên wan, dê operasyênên ewlehiyê yên hêzên me yên li dijî rêxistina terorîst heya têkbirina tevahî jêderên wê yên diravî û manewî ranewestin."

(bb)