Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir

Bi beşdariya 100 jinan foruma diyaloga nîştimanî ya navxweyî ya Sûriyeyê li Helebê dest pê kir.

Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir
18 cotmeh, 2024   11:59
HELEB

Nivîsgeha Jinan a MSDˈê bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê da destpêkirin. 

Forum bi beşdariya 100 jinên ji Siwêda, Şam, Tertûs, Hums, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Cezîre ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û dê 2 rojan (18-19 Cotmeh) dewam bike.

Li gorî komîteya amadekar a forumê, forum dê bi axaftina seroka Nivîsgeha Jinan a MSDˈê Cîhan Xidro û hevseroka MSDˈê Leyla Qereman dest pê bike.

Di roja yekemîn de dê mijara yekemîn a bi navê "Bi çavê jinan stratejiya çareserkirina aloziyê" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ya Helebê Zeyneb Qenber ve were şîrovekirin.

Mijara duyemîn a bi sernavê "Beşdraiya giştî ya jinên sûriyeyî” dê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Qamişlo ya MSDˈê Hindirîn Mihemed ve were şîrovekirin.

Forumê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan didome.

(bb)

ANHA