Komploya Navneteweyî li Girkê Legê û Dêrikê hat şermezarkirin

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk û dewletên komploger, tesfiyekirina gelê Kurdistanê, zimanê Kurd î û nasnameya kurdî ye.

Komploya Navneteweyî li Girkê Legê û Dêrikê hat şermezarkirin
29 îlon, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî 2 civîn ji şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê li dar xistin.

DÊRIK

PYD`ê civîn li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Dêrikê li dar xist. Endamê PYD`ê yê Dêrikê Remadan Mihemed axivî û behsa Komploya Navneteweyî kir û got: "Ji bo tunekirina şoreşa gelê Kurd a li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîdan ava bûye, Serok dîl hate girtin."

Mihemed wiha domand: "JI bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, çand û zimanê xwe biparêzin divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin."

GIRKÊ LEGÊ

PYD`ê civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Girkê Legê li dar xist. endamên meclis û saziyên bajêr tev li civînê bûn.

Endama rêveber a Kongra Star Leyla Kabar axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Komplo, berdewam e û divê em bibin yek û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Leyla bang kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sabrî got: "Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin."

Sabrî ev li gotinên xwe zêde kir: "Projeya neteweya demokratîk anku Rêveberiya Xweser, biratiya gelan, kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata navîn e."

Sabrî wiha domand: "Dewleta Tirk û hêzên komploger ji pergala îşkence û qirkirinê, tesfiyekirina ziman û nasnameya kurdî ye. Divê em têkoşînê mezin bikin û komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

(şx)

ANHA