Di êrişên ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê de tiliya dewleta Tirk

Piştrast bû ku dewleta Tirk a dagirker li pişt êrişên li ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê ye. Ji roja destpêkirina êrişan ve (6 Çile), balafirên keşfê yên bê mirov (ÎHA) û balafirên bê mirov û biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk li ser herdû taxan e. Her wiha li gel komên çete, odeyek hevbeş ava kiriye.  

Di êrişên ser Şêxmeqsud û Eşrefiyê de tiliya dewleta Tirk
8 ÇILE, 2026   11:12
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Helebê ragihandine, dema ku 6’ê Çileyê (2025) êrişên komên çeteyan ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz destpê kirin, ÎHA û SÎHA’yên dewleta Tirk jî li ser herdu taxan geriyan û êriş pêk anîn. 

Nûçegihanan diyar kir ku şevê din jî 5 balafirên keşfê û yên bêmirov û biçek liser taxan bûne.

Hin çavkaniyên pêbawer jî ragihandin ku dewleta Tirk bi komên girêdayî xwe re, li devera bi navê Qesrît Belediye ya Helebê odeyek hevbeş a operasyonê ava kiriye. Hemû êriş ji vir tên kordînekirin. Lê  êriş di bin berpirsylariya Hikûmeta Demkî de tên meşandin.

(ekîb)

ANHA