Çeteyan kevirên Goristana Şehîdan dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Minbicê kevirên Goristana Şehîdan  dizinî.

Çeteyan kevirên Goristana Şehîdan dizîn
13 îlon, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Minbicê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker kevirên Goristanên Şehîdên dizîn.

Çavkaniyan dane zanîn ku diziya keviran di çarçoveya siyasetên plankirî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên têkbirina sembolên de têne kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Kanûna 2024’an de bajarê Minbicê dagir kir. Bi dagirkirinê re dest bi dizî û talankirina milkên giştî û taybet  kirin. Tevî bangewaziyên niştechian jî, lê aliyên têkildar bêdeng in.

(bb)