Di êrişa Talîbanê de 12 leşkerên Pakistanî hatin kuştin

Di kemîna  Tevgera Talîban a Pakistanê de 12 leşkerên Pakistanî li ser sînor hatin kuştin.

Di êrişa Talîbanê de 12 leşkerên Pakistanî hatin kuştin
13 îlon, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên ewlehiyê, di kemîna endamên Talîban a Pakistanê de bi kêmanî 12 leşkerên Pakistanî  li ser rêyeke sînorî li bakurê rojavayê welat a bi Afganistanê re hatin kuştin.

Rayedaran diyar kir ku êriş vê sibehê saet 04.00’an pêk hat û ev agahî parve kirin"Êrişkaran bi çekên giran êrişî karwanê artêşê û hêzên parastina sînor. Di encamê de 12 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin. Êrişkaran dest danîn ser çekên karwanê."

Tevgera Talîban a Pakisanê êriş girte ser xwe û piştrast kir ku wê dest daniye ser bi dehan çek û dronan.

(bb)