Rêber Apo ji eşîrên Ereban re name şand

Rêber Abdullah Ocalan ji bo rûsipî û serok eşîrên Ereb name şand.

Rêber Apo ji eşîrên Ereban re name şand
13 îlon, 2025   11:20
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur dane ANHA`yê, Rêber Abdullah Ocalan ji bo rûsipî û serok eşîrên pêkhateya Ereb ên Sûriyeyê name şand.

Ferzende Munzur diyar kir ku name gihiştiye destê wan û ew ê di demeke nêz de wê bihghînin rûsipî û serok eşîran.

Înîsiyatîfê derbarê naveroka nameyê de agahî parve nekirin.

(sb)

ANHA