Çeteyan îşkence li wan kir û mala wan talan kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Çeqela Cûmê yê Cindirêsê yê Efrînê bi ser maleke Êzidî de girt, li xwediyên malê da, zêr û pereyên wan dizîn.

Çeteyan îşkence li wan kir û mala wan talan kir
22 îlon, 2025   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî ji gundê Çeqela Cûmê yê bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî dane, roja înê (19 Îlon 2025) çeteyan bi ser mala Fetah Elî Mûsa (50) de girt.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li xwediyê malê û hevjîna wî da, dûre zêr û pereyên wan dizîn û gefa qetilkirinê xwar.

Çavkaniyan bal kişand ser ku dema çeteyan gef li wan dixwarin li hember xwediyê malê û hevjîna wî yên Êzidî kêr kişandin.

(fr)