Çeteyan Efrîniyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyek revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyan Efrîniyek revand
23 cotmeh, 2024   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên "El Hemzat" ên dewleta Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Rodîn Elî Mihemed (32) ê ji gundê Tilifê yê Efrîna dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê jî îro ragihandibû ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker welatiya bi navê Xunaf Hesen Xelîl (55) û birayê wê Bangîn Xelîl (30) dema ku ew ji Helebê hatibûn gundê Basûtê yê bajarokê Şêrewa da ku serdana malbata xwe bike, revandin.

(mh/fr)