Hizbullah kuştina Haşim Safiyudîn ragihand

Piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku Haşim Safiyudîn di êrişên destpêka Cotmehê de li Beyrûtê hatiye kuştin, Hizbullah jî kuştina wî ragihand.

Hizbullah kuştina Haşim Safiyudîn ragihand
23 cotmeh, 2024   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê kuştina serokê muhtemel ê Hizbullah Haşim Safiyudîn ragihand. Ev yek piştî rojekê ji îlankirina kuştina Safiyudîn ji hêla Îsraîlê ve, hat aşkerakirin.

Raporên ragihandinê da zanîn ku muhtemel bû Safiyudîn wekî xelîfeyê sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah, bihata erkdarkirin.

(mh)