Çeteyan dîsa agirbest binpê kir: Gundê Çilaxa û Kobanê hatin topbarankirin

Çeteyên hikumeta demkî vê sibehê dîsa agirbest binpê kirin û êrişî gundê Kobanê û kantona Çizîrê kirin

Çeteyan dîsa agirbest binpê kir: Gundê Çilaxa û Kobanê hatin topbarankirin
26 ÇILE, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî berbanga îro jî agirbest binpê kir û êrişn xwe li ser Kobanê û kantona Cizîrê berdewam kirin.

Çeteyan berbanga îro bi dronekê êrişî gundê Safa yê başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Çeteyan bi obîsan jî êrişî gundên Çelebiyê û Xerab îşkê yên rojhlatê bajarê Kobanê kirin. Piştre hewl dain bikevin her du gundan. Şervanên YPJ û QSD’ê bersiva êrişan dan û şer derket. Di şer de çeteyên derbên giran xwarin.

DUH

Duh (25 Çile 2026) çeteyan bi panzêran êrişî eniya bajarokê Çelebiyê yê başûrê rojhilatê Kobanê kirin. Şervanan êriş têk birin. Piştre jî êrişî gundên Zêrîk û Qasimiyê yên rojavayê Kobanê kirin.

Di saetên ber êvarî de careke din bi obîsan êrişî gundê Qasimiyê kir. Di encamê de zarokek şehîd bû 3 jî birîndar bûn.

Dîsa di saetên êvarî de bi 3 dronên xwekujî êrişî gundê Qîro û Safa yê Çilaxa kirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

(b)