Komeke din a ciwanên Başûr dê berê xwe bide Rojava

Koma duyemîn a ciwanên ji Başûrê Kurdistanê amadekariyan dike ku werin Rojava da ku tev li seferberiya giştî bibin.

Komeke din a ciwanên Başûr dê berê xwe bide Rojava
20 ÇILE, 2026   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarên Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê amadekariyan dikin ku tev li seferberiya giştî ya li Rojava hatiye ragihandin, bibin. 

Koma duyemîn ku amadekariyên derbasbûnê dike, ji sedan xort û keçên ciwan ên ji bajarên Silêmanî, Kerkûk û Kelarê pêk tê. Ciwanan berê xwe daye Hewlêrê û dê ji wir jî berê xwe bidin Rojava.

Îro sibehê, karwanekî mezin ê şêniyên Silêmaniyê ber bi Rojava ve kete rê da ku piştgiriyê bide berxwedana li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî a Sûriyeyê.

Tê payîn ku koma yekem di dema nîvro de bigihêje deriyê sînor ê Sêmalka.

(k)