Çete bi dronan êrişî derdora Bendava Tişrînê dikin

Çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker bi dronên xwekuj û çekên giran êrişî gundekî derdora Bendava Tişrînê dikin.

Çete bi dronan êrişî derdora Bendava Tişrînê dikin
14 ÇILE, 2026   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji herêmê da zanîn ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker bi dronên xwekujî û çekên giran êrişî gundê Qişlê yê derdora Bendava Tişrînê dikin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku tu agahiyên din nehatine bidestxistin.

(fr)