CENTCOM: Li zêdetirî 5 hezar hedefan hatiye xistin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku  di nava 10 rojên borî de wan li 5 hezar hedefên li Îranê xistine, her wiha zêdetirî 50 keştî û jêrderyayiyên Îranê hedef girtine.

CENTCOM: Li zêdetirî 5 hezar hedefan hatiye xistin
10 adar, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê têkildarî şerê 10 rojan yê li gel Îranê de agahiyên nû parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava 10 rojên borî de wan di êrişên xwe de jêrxana leşkerî û ewlehiyê li Îranê hedef girtine û got: “Zêdetirî 5 hezar cihên cûda hatine hedef girtin, ji wana baregeha fermandariya Supayê Pasdaran, navenda çêkirina diron û mûşekên balistîkî, qaîdeyên avêtina mûşekên li dijî keştiyan.”

Her wiha hatiye diyarkirin ku zêdetirî 50 keştî û jêrderyayiyên Îranê hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di êrişande balafirên ji cûrên cûda yên şer ên pêşketî ji bo têkbirina tevayî sîstema parastin û peywendiya leşkerî ya Îranê hatine bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye 11 rojin şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê berdewame. Di encama şer de bi hezarn kes hatine kuştin û birîndarkirin. Her wiha ziyanek mezin ya madî bi Îran, Îsraîl û welatên Kendavê gihaye.