Ji bo berdana dîlgirtiyan û çarenûsa kesên winda dê kampanyaya îmzeyan dest pê bike

Komîteya Têkilî û Tifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star dê ji bo berdana dîlgirtiyan û çarenûsa kesên winda, kampanyayeke îmzeyan bide destpêkirin.

Ji bo berdana dîlgirtiyan û çarenûsa kesên winda dê kampanyaya îmzeyan dest pê bike
10 adar, 2026   14:24
QAMIŞLO

Di 6-29’ê Çileyê (2026) de komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Dêrhafir, Tebqa, Reqa û Dêrazorê êriş pêk anîn. Di dema êrişan de gelek kes dîl girtin, her wiha gelek kes winda ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hezar û 70 kes ji aliyê hikumeta demkî ve hatine dîlgirtin.

Komîteya Têkilî û Îtifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star dê ji bo berdana dîlgirtiyan û çarenûsa kesên windayî kampanyayeke îmzeyan bide destpêkirin. Dê nameyek bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî bê amadekirin. Name ji saziyên jinan, mafê mirovan, siyasî, civakî û kesayetên tên nasîn ên li Sûriyeyê û derveyî welat re bê şandin û îmze bên komkirin. Her wiha dê di nava gelê Rojava de jî îmze bên komkirin. Dê kampanya di rojên pêş me de bê destpêkirin.

Piştî îmze bên komkirin dê ji saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî yên eleqeder re bên şandin.

(bî)

ANHA