CENTCOM: Li bakurê Sûriyeyê serkirdeyekî El Qaîde hat kuştin

CENTCOM’ê diyar kir ku di 23’ê Sibatê de hêzên wê li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke hewayî pêk anî, di encamê de serkirdeyê bi navê Mihemed Yûsif Diyaa Talay hat kuştin.

CENTCOM: Li bakurê Sûriyeyê serkirdeyekî El Qaîde hat kuştin
1 adar, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku di 23’yê Sibatê de hêzên wê êrişeke hewayî li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk anî, di encamê de serkirdeyê leşkerî yê mezin Mihemed Yûsif Diyaa Talay ê rêxistina Huras El Dîn a terorîst ê girêdayî rêxistina El Qahîde hat kuştin.

CENTCOM’ê diyar kir ku ev êrişa hewayî, ligel hevkarên li herêmê, beşek ji pabendiya wê ya domdar a li dijî hewldanên "terorîstan" ên plankirin û êrişkirina li dijî sivîl, leşkerên Amerîkayî, hevalbend û şirîkên wê yên li tevahî herêmê û derveyî wê, ye.

Generalê CENTCOM’ê Michael Eric Corella got: "Wek me berê jî gotiye, em ê bi ser van terorîstan de, ji bo parastina welatê xwe, endamên Amerîkayî, hevalbend û hevkarên wê yên li herêmê, bigirin."

(fr)