Selehedîn Mislim: Armanca dewleta Tirk tunekirina neteweya demokratîk e

Ji mamosteyên Zanîngeha Kobanê Selehedîn Mislim destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tunekirina projeya neteweya demokratîk e.

Selehedîn Mislim: Armanca dewleta Tirk tunekirina neteweya demokratîk e
2 adar, 2025   03:50
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Kobanê Selehedîn Mislim têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana gel a li hember êrişan ji ANHA`yê re axivî.

Selehedîn Mislim êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Ruxmî hemû êrişan jî gelê herêmê bi her awayî li ber xwe dide. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Bendava Tişrînê dikin, lê berxwedana gelê me êrişên dagirkeriyê têk dibe.”

Mislim diyar kir ku armanca dewleta dagirker tunekirina projeya neteweya demokratîk e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîst li ser çapemeniyê qala aştiyê dike. Ev tenê gotin e, ne pratîk e. Aştî, aştiya neteweya demokratîk e, bi saya neteweya demokratîk li ser rûyê erdê aştî dê pêk were.”

‘NETEWEYA DEMOKTATÎK LI SER BINGEHEKE HERÎ XURT HATIYE AVAKIRIN`

Selehedîn Mislim got heta niha Erdogan dixwaze şer gur bike, ji ber ku ew tunekirina projeya neteweya demokratîk dixwaze û axaftina xwe wiha domand: “Erdogan û Hakan Fîdan her tim dixwazin projeya neteweya demokratîk û bi taybet gelê Kurd tune bikin. Lê ev yek dê dûrî xeyalên wan be. Projeya neteweya demokratîk li ser bingeheke herî xurt ava bûye, tu kes nikare vê projeyê tune bike.”

Mislim wiha pê de çû: “Dema aştî pêk were, dê piştre ew sîstema Erdogan were hilweşandin, ji ber ku ew her tim şer derdixe.”

‘GELÊ HERÊMÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE’

Mislim anî ziman ku gelê Kurd aştîxwaz e û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştîxwaz e, ew behsa mafê xwe dike, bi hemû têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe dide û xwedî hêz û vîneke herî xurt e. Ji ber ku gelê herêmê li ser fikra neteweya demokatîk xwe perwerde kiriye û bi hêza bûye. Gelê herêmê tu carî êrişî tu kesî nekiriye, ew behsa mafên xwe dike û li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe dide û tê dikoşe.”

‘DEMA KU STATU ÇÊBE DÊ AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN PÊK WERE’

Selehedîn Mislim anî ziman ku niha du rê li pêşiya dewleta Tirk hene; yan ji bo doza Kurd aştî yan jî şer û got: “Dema ku aştî çêbe ew aştî dê ne tenê ji bo doza Kurd be, dê ji bo tevahiya cîhanê be. Heta niha dewleta Tirk naxwaze li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuyek çêbe, ji ber ku dizane dema ku statu çêbe, dê aştî li Rojhilata Navîn pêk were.”

Selehedîn Mislim di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gel, rewşenbîr, hunermend û xebatkarên çapemeniyê tev li berxwedanê bûn. Wan şehîd jî dan lê axa xwe diparêzin. Her kesî berê xwe da bendavê û tev li çalakiya berxwedanê bû û li ber xwe da û li hember êrişên dagirkeriyê tê koşiya.”

ANHA