Berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Tişrînê vekir

Berxwedêran fitara xwe ya roja yekemîn a rojiyê, li Bendava Tişrînê vekir.

Berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Tişrînê vekir
Berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Tişrînê vekir
Berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Tişrînê vekir
Berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Tişrînê vekir
1 adar, 2025   19:42
BENDAVA TIŞRÎN
BAZ MORDEM

Di roja 53’emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de, berxwedêran fitara roja yekemîn a rojiyê li Bendava Tişrînê vekir.

Çalakvanan amadekariyên danîna sifreyên xwerinê kirin û piştî ku meleyê mexrebê azan da, fitara xwe ya yekemîn a heyva Remezanê di qadên berxwedanê de vekirin.

Çalakvanan têkildarî mijarê ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Berxwedêra bi navê Şemsa Mihemed a ji bajarokê Til Temirê ku cihê xwe di berxwedana bendavê de digire, destnîşan kir ku ew ji bo piştevaniya şervanên QSD’ê di berxwedanê de cihê xwe digre û got: “Ez heyva Remezanê ya pîroz li hemû gelê misliman pîroz dikim. Rexmê zehmetiyên ku em dijîn jî, lê em bi coş in. Em bi erka xwe radibin û bi hatina Remezanê jî kêfxweş in."

Dayika bi navê Xezal Ehmed jî xwezî û hêviyên xwe anîn ziman û got: “Em hêvîdar in heyva Remezanê ji bo gelê me û gelên misliman bibe wesîleya xêrê."

(fr)

ANHA