CENTCOM: Benderên Îranê bi tevahî dorpêçkirî ne

CENTCOMˊê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin an jî ji wan derdikevin, berdewam e.

CENTCOM: Benderên Îranê bi tevahî dorpêçkirî ne
13 gulan, 2026   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), îro, di daxuyaniyekê de got ku hêzên Amerîkayê 67 keştiyên bazirganî ji nû ve berê wan vegerandine, di heman demê de rê dane 15 keştiyên ku alîkariya mirovî hildigirin ku derbas bibin. CENTCOMˊê daxuyand ku 4 keştiyên pabendî dorpêçê nebûne asteng kirin.

CENTCOMˊê diyar kir ku di destpêka vê hefteyê de, hêzên wan wan bi rêya bêtêlê û avêtina guleyên hişyariyê 2 keştiyên bazirganî neçar kirin ku rêça xwe biguherînin. Daxuyaniyê destnîşan kir ku "tedbîrên sepandina Amerîkayê bi tevahî di meriyetê de ne."

Di dewama daxuyaniyê de CENTCOMˊê destnîşan kir ku balafireke şer a F-35 A ya hêza hewayî ya Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmuzê li ava herêmî bi awayekî dewrî digere.

Di dawiyê de CENTCOMˊê da zanîn ku ev balafira şer dikare heta 18,000 pound cebilxane hilgire, di heman demê de şiyana xwe ya firîna bi leza supersonîk diparêze.

(fr)