Çend gotinên Şehîd Zîlan ên ku ronî didin roja îro

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 28 sal beriya niha bi çalakiya xwe ya fedayî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêvajoyek nû da destpêkirin û bû sembola xeta azadiya jinê, bi gotinên xwe jî roja îroyîn dike. Şehîd Zîlan di nameya xwe de gotibû, “Divê hûn azadiya xwe bi erzanî ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e.”

Çend gotinên Şehîd Zîlan ên ku ronî didin roja îro
30 hezîran 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEAYN

Zîlan (Zeynep Kinaci) li Dêrsîmê bi çalakî xwe ya fedayî ji bo jinên kurd û tevgera azadiya kurdstanê û mînak. Zîlan Di nameya li pey xwe hiştibû de wiha digotibû: “Îdiaya jiyana min gelek mezin e. Dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Ji bo ku ji mirov û jiyanê hez dikim vê çalakiyê pêk tînim. Dixwazim bibim sembola jina kurd.” Zeynepê di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi çalakiya pêk anî de. Rêber Abdullah Ocalan derbarê Zîlanê de gotibû: “Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir şûnde ez ancax dikarim bibim şopdar û mîlîtana Zîlanê.”

ZÎLAN KÎ YE?

Zeynep Kinaci di 10’ê tebaxa 1972’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî yê Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Malbata Zeynebê di bin bandora feodal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêber Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrişan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ya fedayî pêk anî.

`SEROK SERKANIYA EVÎN, HEVGIRTIN Û YEKÎTIYÊ YE`

Zîlan beriya ku çalakiya fedayî pêk bîne nameyekê ji Rêber Abdullah Ocalan, jinan û gelên li Kurdistanê re dihele. Hin nameyên Şehîd Zîlan wiha ne;

Şehîd Zîlan di nameye xwe ya derbarê fikr û hebûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan ev tişt gotiye: “Ev pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, berhem û encama keda Serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di şexsîyeta xwe de, profila mirovekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û durişma şoreşa Kurdistanê "Em ji bo serkeftin û azadiyê bikevin nav refên hêz ên partiyê, artêşê û eniyê" ye. Ev durişma han hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekê din, rastiya rewşa gelê Kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingeheke giştî tîne holê. Ji vir şûn ve; hemû gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke germ hembêz dike, ew dixe xizmeta şoreşa rizgarî ya netewî û sosyalîzmê. Ev têkoşîn û şerê bêhempa yê bi deh salan, Komara Tirkiyê ya faşîst ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve xistiye nav krîzeke kûr û mezin. Weha bûye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.”

Şehîd Zîlan di beşê ku tê de xitabê şervanên jin yên Kurdistanê dike wiha dibêje: “Riya azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe. Ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Heger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha madem ku weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e ku em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Divê em li dij paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk-polîtîk bikin yek, wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin. Em ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin.”

`EZ DIXWAZIM BI VÊ ÇALAKIYÊ BIBIM ZIMANÊ DILÊN WE`

Şehîd Zîlan di nameya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê û şoreşgerên cîhanê wiha dibêje: “Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Azadî nêzîk e. Cara yekem e ku em hewqas serbilind û serfîraz in. Serê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin. Ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û şer dikin. Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêşewayên xwe yên wek Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Berîtan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsanewî, çelengî û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û têkoşîna wan proseseke nû pêk anî û encamên berhemên wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin. Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku şer gelek sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê şerê em didin şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cîh bînin. Bîwêjek wiha heye; «dara azadiyê bi xwîn û xwîdan tê avdan». Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e. Loma dijmin weqas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em wenda bikin? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî amadeye weqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cîhê xwe bigre.”

ANHA