’Aloziya li Siwêdayê bi dawî nebûye’

Rojnamevan Murhef El Şaîr û hiqûqnas Adil El Hadî diyar kirin ku hikumeta Şamê dixwaze careke din Siwêdayê kontrol bike û gotin, aramiya heyî, nayê wateyê ku alozî bi dawî bûye, lê rewş mîna bombeyekê ye dibe di her kêliyê de biteqe.

’Aloziya li Siwêdayê bi dawî nebûye’
30 hezîran, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Hefteyek berê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bendeke kontrolê li deriyê bakur ê ketina bajarê Siwêdayê, nêzî çerxerêya Enqûd dan. Komên çekdar ên xwecih û şêniyan nerazîbûn nîşanî benda kontrolê dan û  li gelek deverên bajar şerekî dijwar di navbera wê û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de qewimî.  Ji bo rê li ber sewqiyatên leşkerî yên Şamê bê girtin rê hatin qutkirin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û aliyên xwecih ên Siweydayê, têkildarî benda nû li hev kiriye.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Siweydayê Murhef El Şair der barê benda kontrolê ya ku hêzên Şamê danîne û bertekên şêniyan a  li hemberî  wî got: "Şêniyên banga guhertinê û reformê û dûrketina desthilata leşkeran dikin nerazîbûn nîşanî benda kontrolê da, lew ra alozî li bajêr derket û desthilat sefer bû. Ev bend, ewlehiya li Siweydayê naparêze. Ji ber ku desthilatê bi xwe piştgiriya hin koman kir û tevlihevî li bajêr derxist, şêniyan red kir."

El Şair da zanîn ku ev bend ji bo standina xeraceyan û hêsankirina tevgera bazirganiya erebeyên dîzî ye ku destê beşeke endamên "Ewlehiya Dewletê" tê de heye. El Şaîr bi bîr xist ku di lêpirsîneke taybet a Kombûna Ehrar Cebel El Ereb a li gel efserekî "Ewlehiya Dewletê" ya Şamê de, efser li xwe mikur hatiye ku destê wan di diziya erebeyan de hene.

DIXWAZIN HELWESTÊ FÊM BIKIN DA KU DAWÎ LI SERHILDANÊ BÎNIN

El Şair der barê armanca Şamê ji danîna benda kontrolê jî ev nirxandin kir: "Xuyaye ku hikumeta Şamê dixwaze helwesta şêniyan fêm bike, law ra dem demê gefa bikaranîna hêza leşkerî dixwe yan jî şaneyên DAIŞ`ê bi kar tîne. Serhildana aştiyane hikumeta Şamê da şermkirin û giyanê şoreşa Sûriyeyê vejand. Li ser vê yekê jî têkbirina vê serhildanê bûye armanca sereke ya hikumeta Şamê. Şam ji bo pêkanîna vê armancê gelek rêbazan wekî; danîna ambargoya aborî, koçberkirin, derxistina fitneyên navxweyî, piştgiriya bi çeteyan re, hêsankirina revandin û şerê taybet bi kar tîne."

El Şair balkişand ser rewşa heyî ya Siweydayê û got: "Aramiyeke baldar heye. Rewş dişibe bombeyekê, dibe di her kêliyekê de bi biteqe. Dibe ku rageşî ber bi aliyekî herî dijwar ve biçe, dibe ku şerê xilasiya ji zordestiya desthilatê dest pê bike. Lê heta niha serhildan aştiyane ye. Ji bo Siweyda veneguhere şanoyeke nû ya xwîndar şantajên rejîmê tên paşguhkirin."

ALOZÎ BI DAWÎ NEBÛYE

Hiqûqnasê ji Siweydayê Adil El Hadî destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi avakirina bendeke kontorlê ya mezin li ketina bajar dixwaze parêzgehê careke din bixe bin kontrola xwe.

Li gorî El Hadî, alozî bi dawî nebûye lê ihtîmal heye di her kêliyekê de careke din dest pê bike,  lê vê carê dê tundtir be.

Di dawiyê de El Hadî got: "Divê em serhildana aştiyane ya bi daxwaza pêkanîna biryara 2254’an ji bertekên komên xwecih ên li hember provokasonên desthilata Baasê cuda bikin. Tevgera aştiyane ya bi daxwahîna çareseriya navneteweyî ya giştî dewam dike."

(şx)

ANHA