Heftename: Di rêxistinbûyîna leşkertiyê ya Şamê de guhartin û lihevhatina Washington û Riyadê

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa guhartina hikumeta Şamê di sazûmaniya hêzên xwe de, têkiliyên Amerîka û Siûdî û rewşa Lîbyayê kir.

Heftename: Di rêxistinbûyîna leşkertiyê ya Şamê de guhartin û lihevhatina Washington û Riyadê
30 hezîran 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

ˊŞAM HEWL DIDE LEŞKERTIYÊ DILDARÎ BIKE Û BI DEH HEZARAN LEŞKER JI KAR DÛR BIXEˊ

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Şam hewl dide leşkertiyê dildarî bike û bi deh hezaran leşker ji kar dûr bixe" weşand. Di nûçeyê de rojnameyê bal kişand ser hewldanên hikumeta Şamê ku pergala leşkertiya neçarî biguhere û artêşê bike artêşeke dildarî bi rêya peymanan. Her wiha behsa dûrxistina bi deh hezaran leşkeran ji leşkertiyê heta dawiya salê kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtiye diyar kir ku saziya leşkerî ji 6 mehan ve, plana guhertina sazûmaniya saziya leşkerî bi çavdêriya rasterast a fermandarê giştî ya hêzên çekdarî Beşar El Esed kiriye û di planê de gelek biryar û tedbîr hene.

Rojnameyê da zanîn ku hikumeta Şamê hewl dide komên di dema aloziya li welêt de ava bûne, bi rêya vê planê di hêzekê de kom bike.

Di heman demê de rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, ev biryar derfetê dide biyaniyan mîna afganî, pakistanî, iraqiyên ji komên ku Pasdarên Îranê ji bo şerê li Sûriyeyê çêkirine, piştî 5 salan dema nasnameya Sûriyeyê bi dest bixin, tev li artêşa dildarî bibin.

ˊGELO LIHEVKIRINA GAZÊ DESTPÊKA LIHEVHATINA DI NAVBERA RIYAD Û WASHINGTONÊ DE YE?ˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Gelo lihevkirina gazê destpêka lihevhatina di navbera Riyad û Washingtonê de ye?" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku îmzekirina peymana 20 salan di navbera şîrketa ‘Next Decade’ ya gaza xwezayî ya Amerîkayê û şîrketa Aramko ya Siûdiyê de, xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku nîşan dide nakokiya di navbera her du welatan de ya ji şerê buhayên petrolê ya 2014-2016`an ve, êdî çareser dibe.

Rojnameyê cih da nirxandina analîzvanên aboriyê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade ye bi rêya peymaneke demdirêj di qada enerjiyê de, bi Siûdiye re bide û bistîne.

Rojnameyê gelek faktorên din ên vegerandina têkiliyan di navbera her du welatan de bi bîr xist ku şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam e û zeîfbûna Moskovê di aliyê leşkerî de îsbat kir û di vê rewşê de Siûdiye nikare xwe bispêre Rûsyayê di sekna wê li hember Îranê de, rewşa aborî ya Rûsya û Çînê jî heye, her du dewlet herî zêde dixwazin têkiliyên xwe li gel Îran û Iraqê yên şîe re xurttir bikin.

Rojnameyê diyar kir ku ji bo DYA`yê hebûna Siûdiyê li hember Çîn û Îranê dê bandor li hevsengiya hêzan bike û dê derfetê bide Washingtonê ku bandor li biryarên Siûdiye yên têkildarî hilberandina OPEC’ê bike.

’GELO WÊ WASHINGTON HEFTER JI BER TÊKILIYÊN WÊ YÊN BI RÛSYAYÊ RE CEZA BIKE’

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatine parvekirin, Moskov hewl dide hevbendiyeke leşkerî bi generalê lîbyayî yê teqaûdbûyî Xelîfe Hefer re ava bike. Rojnameya El Erebî El Cedîd girêdayî vê mijarê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku fikarên DYA’yê li ser zêdebûna xetereyên hebûna leşkerî ya Rûsya li Lîbyayê zêdetir dibin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Çapemeniya Îtalyayê ragihandibû ku desthilata Îtalyayê  roja sêşema borî li ser daxwaza DYA’yê keştiya barhilgira çekan desteser kiribû. Keştiya çekan ji bendereke Çînê ber bi Bengazî ve diçû. Ev yek nîşaneyeke din a zêdebûna fikarên DYA’yê ye. Li gorî rojnameya Corriere di La Serra, Washington di wê baweriyê de ye ku keştiya çekan  a Moskova ye ku di çarçoveya pêşxistina têkiliyên li gel Rûsyayê de ji Hefter re dihat şandin."

Rojnameyê cih da nirxandinên têkiliyên navneteweyî ku dibêjin "Ev tevger nîşaneya destpêkirina rageşiyeke amerîkî li hemberî Rûsya li Lîbyayê ye. Di heman demê de ketina Hefter di çarçoveya hêrsa DYA’yê de diyar dike. Em ê di demeke nêzîk de cezayên DYA’yê li dijî Hefterê bibînin. Çavdêran jî diyar kirin ku îhtîmal nine ku şerekî rasterast di navbera Rûsan û Amerîkiyan de li Lîbyayê çêbibe. "