Cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara piştî merasîma li Parka Azadî ya Silêmaniyê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat birêkirin.

Cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin
Cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin
Cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin
29 tebax, 2024   12:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê rojnamevana çapemeniya azad şehîd Gulistan Tara piştî 9 rojan ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat girtin. Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna rojnamevan, çalakvan û kesayetên civakê, ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Gulistan Tara, merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê şîrketa Çetir daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin: “Ev êriş di çarçoveya wan sucên ku dewleta Tirk ên li seranserî Başûrê Kurdistanê de ye. Armanca van êrişan bêdengkirina çapemeniya azad a li beramberî tawan û dagirkeriya dewleta Tirk e.”

Cenazeyê rojnamevana çapemeniya azad Gulistan Tara piştî ku ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat girtin, birin Parka Azadî ya li bajêr. Li vê derê ji bo cenaze ber bi Bakurê Kurdistanê ve were birêkirin, merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de rêveberê şîrketa Çetir Kemal Heme Reza daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên çapemeniya azad û berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê dije terora PDK’ê ve hat şermezarkirin. Soza şopandina rêbaza şehîdên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara hat dubarekirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Roja 23’yê Tebaxê di encama êrişek terorîstî de û durî hemû yasa û pîvanên navdewletî tîmek rojnamevanan a kompanya Çetir a ji bo karê medyayê li sinorê navçeya Seyîdsadiq hat hedefgirtin. Di encama êrişê de her dû hevrêyên me yên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û rojnamevan Rêbîn Bekir jî birîndar bû.

Me di kêliyên destpêkê yên roja êriş pêkhatî de ragihand ku ev hevrêyên me bi armanca karê xwe yê rojnamevanî pêkbînin serdana wê deverê kiribûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayek dûrî yasa û pîvanên navdewletî bi balefira bê mirov û biçek tîma me hedef girt.

Em vê êrişê di çarçoveya sucên dewleta Tirk a dagirker ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê pêktîne de dinirxînin ku welatiyên sivîl dike hedef, şehîd û birîndar dike. Her wiha em weke hewldaneke din a têkçûyî ya bêdengkirina çapemeniya azad ya li beramberî sûc û dagirkeriyên dewleta Tirk dibînin.

Gulistan Tara û Hêro Behadîn di dema xebatên xwe de du rojnamevanên navdar û çalakvanên çapemeniya azad bûn. Bi sebir hewl dan rastiyan bigihînin civaka me û rûyê rast ê dijminên Kurdistanê eşkere bikin. Ji ber wê jî hewl dan bi rêya medyayê helwesta raya giştî ya Kurd li hember suc û dagirkeriyên li ser xaka Kurdistanê nîşan bidin û zilm û zordariya dewletên dagirker ji cîhan û civaka navnetweyî re ragihînin.

Em wek Kompanya Çetirê, li gel şermezarkirina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a terorîst, di heman demê de daxuyaniyên sexte yên saziya bi navê Dije Terorê ya PDK’ê ku hewl dide dosyeya qetilkirina van rojnamevanan berevajî bike û sucê dewleta Tirk veşêrin, şermezar dikin.

Em bang li rêxistinên navneteweyî û nûnerên cîhanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku qetilkirina van rojnamevanan bikin bingehek ji bo rawestandina bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê. Ji bo dawî anîna li sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, hewldanên cidî bikin.

Em soz didin heval û hogirên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku emê li ser rê û fikrên wan bimeşin û li dijî dagirkeriya bêedaletiyê serê pênûsa xwe tûj bikin.”

’GULISTAN ŞEHÎD BÛ, LÊ ÎRO HEVRÊYÊN WÊ HEMÛ BÛNE GULISTAN’

Di merasîmê de birayê şehîd Gulistan Ehmed Tekîk peyamek pêşkêş kir û wiha got: “Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû.”

Ehmed Tekîk da zanîn ku tevî ku Gulistan şehîd bû, lê îro dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan.

Hevrêyên şehîd Gulîstan Tara jî peyam hatin pêşkêşkirin û tacegul danîn.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi şîrketa Çetir ve ku lê kar dikir bi rê ket û ji wir jî dê bişînin bajarê Batman ê Bakurê Kurdistanê.