Artêşa Iraqê balafireke dewleta Tirk xist xwarê

Fermandariya Hêzên Asîmanî ya Iraqê ragihand ku li asîmanê Kerkûkê balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker xistiye xwarê.

Artêşa Iraqê balafireke dewleta Tirk xist xwarê
29 tebax, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Asîmanî ya Iraqê û berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê der barê xistina balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, daxuyanî ji aliyê cîgirê fermandarê Hêzên Asîmanî yên Iraqê Ebdulselam Ferhan ve hat dayîn. Ferhan got ji 5 moşekên ku li nêzî seytereya Çîmen avêtine balafirê, yek lê ketiye û bi lêketinê re balafira bêmirov ketiye xwarê.

Ebdulselam Ferhan diyar kir ku balafira bêmirov a dewleta Tirk li nêzî taxa Tisîn a bajêr ketiye xwarê. Piştre jî hêzên ewlehiyê gihaştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.