Nûnertiya Kongra Star Marî El Dibis xelat kir

Komîteya Têkilî û Hevalbendiyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star a Lubnanê ji ber ku piştgiriya dozên civakî û mirovî û jinan dike, Dr. Marî El Nasîf El Dibis xelat kir.

Nûnertiya Kongra Star Marî El Dibis xelat kir
Nûnertiya Kongra Star Marî El Dibis xelat kir
29 tebax, 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkilî û Hevalbendiyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star a Lubnanê ji ber beşdariya wê di Komxebata Herêmî ya Jinan de ku bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi têkoşîna hevbeş em ê şoreşa jinan biparêzin" hatiye lidarxistin, Dr. Marî Nasîf El Dibis xelat kir.

Ev ne cara yekê ye ku têkoşera lubnanî Marî El Dibis ji ber tevlêbûna wê di çalakiyên bi vî rengî de li Lubnan an jî derveyî tê xelatkirin. Marî El Dibis bi tecrubeya xwe ya demdirêj di têkoşîna jinan a neteweyî û herêmî de tê naskirin.

(şx)