Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê

Xelkê Qamişlo cenazeyê şehîd Ebdulmelek Kenaş bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan spart axê.

Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
Cenazeyê şehîd Cano Qamişlo spartin axê
12 kanûn, 2024   15:46
QAMIŞLO

Şervanê QSDˈê Cano Qamişlo (Ebdulmelek Kenaş) ê 7ˈê kanûna îsal di berxwedana li Helebê de şehîd bûbû, îro ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a li bajarê Qamişloyê hat oxirkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim axivî. Fatima El Casim piştî sersaxî ji malbata şehîd re xwest got"Xwişk û birayên hêja; we ji cîhanê re îsbat kir ku em gel yek e, xwîna tevahî pêkhateyan di rêya parastina xaka paqij de bûye yek. Me ev yekitî ji felsefeya xwendiyê projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş girtiye. Em li pêşberî dijminekî hevbeş in. Em ê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya gelê xwe heya dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin."

Bi navê hêzên leşkerî Agirî Qamişlo jî axivî û got: "Ev 10 sal e em şerê DAIŞ û hemû hêzên êrişkar dikin.  Wekî QSDˈê ya ji tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê, erka me parastina welat e."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Cano Qamişlo hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê mersîmê de girse cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.

(bb)

ANHA